Weqfa Êtîman ji bo mexdurên erdhejê re şorbê belav dike

Weqfa Êtîman li Dîyarbekirê bi tevî dildar û endamên xwe hemû îmkanên xwe seferber kirîye û xebatên xwe didomîne, piştî erdhejê ji bo kesên ku ji erdhejê tesîrdar bûne û di mizgeftan de dimînin re şorbe belav kir.

Ekleme: 08.02.2023 13:40:32 / Güncelleme: 08.02.2023 13:40:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Erdheja ku li Mereşê pêk hat û 10 bajaran jê wê erdhejê tesîrdar bûn gelek sazîyên alîkarîyê, li herêmên erdhejê ji bona ku alîkarîyên xwe bighêjînin xwe seferber kirine.

Weqfa Êtîman, di gelek herêmên Dîyarbekira ku ji erdhejê tesîrdar bûye de ji mirovên ku di mizgeftan de dimînin re şorbeya germ belav kir.

Weqfa Êtîman yê ku di destpêka erdhejê de dest bi xebatan kir ew xebatên xwe bênavber didomîne, li herêmên erdhejê gihaştina alîkarîyên xwe didomîne. Xeyn ji ev alîkarîyê dildar û endamên weqfê jî li cîhên enqazan alîkarîyan dikin. (ÎLKHA)