Ji kesên ku di êrîşa Pakistanê de hatin kuştin 97 polês in

Wezîrê Karên Hundir ê Pakistanê diyar kir ku ji 100 kesên ku di êrîşa Peşawerê de mirin 97 polês in.

Ekleme: 01.02.2023 09:30:32 / Güncelleme: 01.02.2023 09:30:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezîrê Karên Hundir ê Pakistanê Rana Sanaulla li Meclisa Neteweyî axivî û got, "Di encama êrîşê de 97 polês û 3 sivîlan canê xwe ji dest dan."

Duşemê li Peşawerê teqînek pêk hatibû û 100 kes miribûn û zêdetirî 200 kesan jî birîndar bûbûn.

Li gorî berpirsên ewlekariya niştimanî, xwekujekî ku teqemenî li ser e di dema nimêja nîvroyê de li mizgeftekê ku tê de xelk tijî bû, di nav de polês û karmendên leşkerî jî hebûn teqand. (ÎLKHA)