Li peravên Îzmîrê 45 koçber hatin xelaskirin

Li navçeya Dîkîlî ya Îzmîrê 45 koçber yên ku ji aliyê hêzên Yûnanîstanê ve ber bi avên alîyê Tirkiyeyê ve hatibûn avêtin, hatin xelaskirin.

Ekleme: 01.02.2023 09:05:29 / Güncelleme: 01.02.2023 09:05:29 / Xeberen Kurdi / İzmir Haberleri
Destek için 

Fermandarê Ewlehiya Peravê ragihand ku li ser agahiya ku li peravên navçeya Dîkîlî di avê de komek koçber hene, boteke Ewlekariya Peravê sewqî herêmê hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ekîban di 2 kelekên canê de 45 koçber yên ku ji aliyê hêzên Yûnanîstanê ve di nav avên alîyê Tirkiyeyê de hatibûn avêtin hatin xelaskirin.

Koçberên ku hatin xelaskirin piştî karên wan ji Midûriyeta Rêveberiya Koçê ya Parêzgehê re hatin şîyandin. (ÎLKHA)