Rejîma îşxalker qanûna “Sirgûna li dijî êsîrên Qudsî” qebûl kir

Knesseta ku di dêla Parlamentoya rejîma îşxalker a sîyonîst de ye, ji girtina mafê rûniştinê û dest dayîna li ser malên malbatên êsîrên ku li Quds û Herêma 1948 a Filistînê dijîn re qerar da.

Ekleme: 31.01.2023 12:05:30 / Güncelleme: 31.01.2023 12:05:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî qerara ku hat girtin Wezîrê Karên Hindir, êsîrê Filistînî ku li ser wê bi derewa jî qerara tertîpkirina çalakîyê li dijî sîyonîstan bê dayîn, dikare heqê rûniştinê a li Qudsê ji wan bistîne û dest bide li ser malên wan.

Li gorî qanûnê malbatên êsîrên ku li Herêma sala 1948an de hatîye îşxalkirin dijîn, jîyana wan bê astengkirin û bi tevî Xezzeyê cîhên ku di bin rêvebertîya Filistînê de ye re bên şîyandin.

Qanûn bi dengdayîna 106 kesan hat qebûlkirin û di parlamentoyê de 120 kursî heye. (ÎLKHA)