HUDA PAR: Li dijî wan êrîşên ku li Qurana Kerîm tên kirin divê temamê îmkanên sîyasî bên bikaranîn

Navenda Giştî yê HUDA PARê derbarê wan êrîşên ku li Swêdê li hember Qurana Kerîm tên kirin de daxuyanîyek belav kir.

Ekleme: 21.01.2023 17:05:31 / Güncelleme: 21.01.2023 17:05:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di serî de Tirkîye bi giştî temamê welatên Îslamê divê li dijî vê qustaxîya Swêdê bê deng nemînîn û temamê îmkanên di destên xwe de li dijî Swêdê bi kar bînin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin, ev helwesta meqamên Swêdê xala dawî ya dijmintîya wan a li hember Îslamê ye û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Ew zalim di bin navê azadîyê de kîn û nefretên xwe aşkere dikin. Ev êrîşên bêperwa yên ku li hember muqaddesatên Mislimanan tên kirin nayên qebûlkirin.”

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de bang li temamê Mislimanan hat kirin da ku li dijî vê êrîşa ku li Qurana Kerîm tê kirin bêdeng nemînin û dûre wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Divê bê zanîn ku ev yek li hember aştî û hizûrê sûîqesteke mezin e. Di serî de Tirkîye bi giştî temamê welatên Îslamê divê li dijî vê qustaxîya Swêdê bê deng nemînîn û divê temamê îmkanên di destên xwe de li dijî Swêdê bi kar bînin. Her wisa divê endamtîya Swêdê ya li NATOyê bê vetokirin û ji bo cardin bêedebîyeke wisa neyê kirin gav bên avêtin.”

Di dawîya daxuyanîyê de hat destnîşankirin, ew ê destekê bidin wê mîtînga ku dê sibe li Êlihê bê kirin.(ÎLKHA)