Ji teref Serokatîya Bajara Êlihê yê HUDA PARê ve alîkarîya mîtînga Qur’anê

Serokê Bajêra Êlihê yê HUDA PARê Davut Şahînê ku ji bo mitînga mezin a ku li Êlihê ji teref Platforma Nesla Qur'anê ve li dijî teşebûsa şewitandina Qur'anê ya li Swêdê tê lidarxistin daxuyanî da, di daxuyanîya xwe de hemû xelqê da’wetê mitîngê kir.

Ekleme: 21.01.2023 12:55:05 / Güncelleme: 21.01.2023 12:55:05 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokê Bajarê Şahîn diyar kir ku ew ê bi hemû endam û dildarên xwe beşdarî mitînga tel’înê a ku dê 22ê Çile roja Yekşemê di saet 13.30an de li Êlihê bê lidarxistin bibin û weha got, "Wek berteka li dijî destûra şewitandina Qur'anê ya li pêşiya Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya li Swêdê Platforma Nesla Qur'anê sibê li Êlihê ji bo bertek nîşan bide mitîngek mezin li dar dixe. Helbet wek Serokatiya Bajêra Êlihê ya HUDA PARê em ê piştgiriyê bidin vê mîtîngê. Divê gelê me yê Misliman wê qadê tijî bike. Divê xelqê me yê Misilman di xala ku sînorên xwe ji van kafiran re ragihînin re bertekek cidî nîşan bidin."

“Ev neheqiyeke li dijî mirovahiyê ye.”

Şahîn bang li xelqê kir ku bira beşdarî mitîngê bibin û weha got, "Em wek Serokatiya Bajêra Êlihê ya HUDA PARê hem bangî gelê xwe yê Misliman û hem jî li binkeya xwe dikin. Bi rastî ev ne tenê li dijî ummeta Îslamê di heman demê de li dijî mirovahiyê jî neheqî ye. Em dixwazin hemû gelê me beşdarî mitîngê bibe. Weke HUDA PARê em ê bi şekleke ciddî beşdarî mitîngê bibin. Lazim e ku li hemberî van êrîşên ku li ser pîrozên me tên kirin bêdeng nemînin, li dij derkevin û sînorên xwe nîşan bidin. Di vê çarçoveyê de hewceye ku hesasiyetek bê nîşandan." (ÎLKHA)