Seyyîd Mele Şerîf Ugur rehmet kir

Seyyîd Mele Şerîf Ugurê (Mele Şerîf Batergîzî)yê rîspîyê herêmê, li Stenbolê di encama lêxistina erebeyê de rehmet kir.

Ekleme: 20.01.2023 11:10:22 / Güncelleme: 20.01.2023 11:10:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, doh di seat 20.30yan de li Kuçukcekmeceyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin Mele Şerîf dema ku ji erebeyekî peya dibe di wê esnê de erebeyeke dinê lê dixe.

Melle Şerîf Ugur, li cîhê bûyerê wefat kir.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin.

Mele Şerîf Ugurê ku ‘emrê xwe ji bona îlmê xerc kirîye, ji ciwanîya xwe di medreseyan de xwendekaran perwerde kirîye. Mele Şerîf Ugur, herî dawî li Stenbolê xwendekaran perwerde dikir.

Cenazeyê Ugur, ew ê ji Mêrdînê re bê birin û li wê derê bê definkirin. (ÎLKHA)