Alîkara Sekreterê Giştî yê NY Mohammed Efxenistanê zîyaret kir

Alikara Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Amîna Mohammed bi tevî lijneya bi wê re Wezîrê Karên Derve yê Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê Mewlewî Emîr Xan Muttaqî zîyaret kir.

Ekleme: 19.01.2023 10:10:33 / Güncelleme: 19.01.2023 10:10:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Amîna Mohammed, bi lijneyeke payebilind ku di nav wê lijneyê de Temsîlkarê Taybet ê Efxenistanê yê NY Markus Potzel jî heye ji Emîrtîya Îslamê yê Efxenistanê re zîyaretek tertîp kir.

Wezîrê Karên Derve Mutteqî yê ku ev zîyaretê bi xweşî pêşwazî kir, diyar kir ku ew hêvî dikin ev zîyaret ew ê wêneyên rast yê Efxenistanê ji civaka navneteweyî re nîşan bide.

Alikara Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Amîna Mohammed derheqê armanca zîyareta xwe de weha got, “Me xwest ku em rewşa li vê derê di nêz de bibînin û peyamên civaka navneteweyî yê derheqê perwerdehî û xebata pîrekan de neqlê hikumeta Efxenistanê bikin”

Mutteqî jî ji Mohammed re derheqê tirs û pirsên wan de ji wan re agahîyan da û got ku hikumet bi taybetî di meseleya tiryakê de micadeleyek mezin dide û ev micadele û polîtîka jî bi serfirazî derbas dibe, herî kêm 10 milyon zarok jî di dibistanan de dixweyînin.

Mutteqî derheqê pîrekan de jî ragihand ku gelek pîrek di beşa perwerdehî û tenduristîyê de dixebitin, pîrekên ku di biroyan de jî dixebitin temamê wan bi meaş dixebitin.

Di dawîya hevdîtinê de Mohammed ji Mutteqî re ji bona ku wan agahdar kir sipasîyan kir û ragihand ku ew ê ev rewşê ji civaka navneteweyî re bibêje. (ÎLKHA)