Li başûrrojhilat ji ber baranên dijwar hişyarî hat dayîn

Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo bajara Semsûr û navçeyên rojhilatê Entabê, navçeyên rojavayê Rihayê û navçeyên başûrê Meletiyê hişyariya barana zêde û berfeke zêde da.

Ekleme: 13.01.2023 15:10:29 / Güncelleme: 13.01.2023 15:10:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref Navenda Analîz û Pêşbîniyê ya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ve hat dayîn de ev agahî hatin dayîn:

"Li gor nirxandinên dawî, tê payîn ku piştî danê êvarê li herêmên başûrrojhilat, li bajara Semsûrê, li rojhilatê Entabê, li rojavayê Rihayê û li başûrê rojavayê Meletîyê baraneke gur bibare. Meletiye, li heremên ku bilindahiya wan ji 1100 metreyî ye, ji ber ku tê pêşbînîkirin ku şilope û berfeke zêde li bibare, ji ber qeşa û sermayê divê li hemberî neyînîyên wek astengkirina çûnûhatinê bidîqet û baldar bin.” (ÎLKHA)