Putin û Reîsî li ser Sûriyê gotûbêj kirin

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re li ser krîza Sûriyê axivî.

Ekleme: 12.01.2023 09:20:28 / Güncelleme: 12.01.2023 09:20:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Qesra Kremlînê hat dayîn, di pêwendiya telefonî ya navbera Pûtîn û Sererkan de têkiliyên dualî yên Rûsya û Îranê hatin gotûbêjkirin.

Di hevdîtinê de behsa cîbicîkirina projeyên hevkariyê di warên enerjî, veguhestin û lojîstîkê de hate kirin.

Di hevdîtinê de ku mijarên îstiqrar û ewlekariya herêmê jî hatin gotûbêjkirin, Pûtîn û Reîsî xebatên hevahengiyê yên di çarçoveya pêvajoya Astanayê de ku di çareseriya krîza Sûriyeyê de roleke sereke dilîze, nirxandin. (ÎLKHA)