Serokkomar Erdogan bi Serokwezîrê Iraqê Sudanî re hevdîtin kir

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, bi Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şîya Sudanî re li ser telefonê hevdîtinê kir.

Ekleme: 11.01.2023 11:05:27 / Güncelleme: 11.01.2023 11:05:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gor daxuyanîya ku ji teref Serokatîya Ragihandina Serokkomarîyê ve hat belavkirin, di hevdîtinê de, minasebetên Tirkîye-Iraq û meseleyên herêmî hatin gotûbejkirin.

Serokkomar Erdogan, di hevdîtinê de, diyar kir ku ew bawer dike ku di demê dê de minasebetên herdu alîyan jî ew ê di her beşê de qewettir bibe.

Erdoganê ku ragihand ku ew aşîtî, hizûr û ewlehîya Iraqê qasî aştî, hizûr û ewlehîya Tirkîyeyê muhîmtîyê didin, îfade kir ku hebûna PKKê li ser axên wan divê ku bê dawîkirin û ev jî menfeata millî yê welat e. (ÎLKHA)