Li Mêrdînê 105 kîlo esrar hat bidestxistin

Li Mêrdînê di encama lêgerîna ku di nav erebeyekê de hat kirin de 105 kîlogram esrar hat bidestxisin.

Ekleme: 09.01.2023 11:05:31 / Güncelleme: 09.01.2023 11:05:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Midurtîya Ewlehî ya Bajêr ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Bi telîmatên Serdozgerîya Komarîya Mêrdînê ve ji teref ekîbên me yên Midurtîya Micadeleya bi Sûcên Narkotîkê ve di encama lêgerîna ku di nav erebeyekê de hat kirin de 105 kîlogram esrar hat bidestxistin.”

Di dawîya daxuyanîyê de hat îfadekirin ku 9 şikdar hatin binçavkirin û ji wan 5ên wan jî ji teref dadgeha ku hatin sewqkirin ve hatin girtin. (ÎLKHA)