Rêxistina Hevkarîya Îslamê, dê îxlalên Mescîdî Eqsayê gotûbej bike

Rêxistina Hevkarîya Îslamê (ÎÎT), ji bona ku îxlalên sîyonîstan a li dijî Mescîdî Eqsayê gotûbej bikin ew ê roja sêşemê hevdîtin bike.

Ekleme: 09.01.2023 10:50:33 / Güncelleme: 09.01.2023 10:50:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rêxistina Hevkarîya Îslamê, piştî îxlalên mukerrer a sîyonîstan ya li dijî Mescîdî Eqsayê û gelemşeya ku li Qudsê heye zêde dikin qerara kombûna neasayî girtin.

Sekretertîya Giştî yê ÎÎTyê ragihand ku ew ê di vê armancê de Komîtîya Birêvebirinê roja sêşemê kom bibe.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku îxlala ku li dijî Mescîdî Eqsayê hatîye kirin yê herî mezin êrîşa Itamar Ben-Gvirê sîyonîst ku di 3yê Çileyê de kiribû ye.

ÎÎT, ragihand ku êrîşa Itamar Ben-Gvir planekî ji plana veguhertina statûya Mescîdî Eqsayê ye. (ÎLKHA)