Serwîsa xwendekaran qeza kir: Mirîyek, 12 birîndar

Li ser rêya Kîlîs-Entabê serwîsa xwendekaran li erebeyekî qelibî, di encama qezayê de kesek canê xwe ji dest da, 12 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 05.01.2023 10:15:26 / Güncelleme: 05.01.2023 10:15:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, di seatên serê sibê de li alîyê çarrêya Beşgozê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, serwîseke xwendekaran û erebeyek ji ber sedemeke ku hêj nediyare li hev qelibîn.

Di encama qezayê de li gorî diyarîyên ‘ewil kesek canê xwe ji dest da û 12 kes jî birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cihê qezayê re gelek ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên cûda. (ÎLKHA)