Amazon dê bi deh hezaran mirovan ji kar derxe

CEOyê Amazonê Andy Jassy, destnîşan kir ku ew ji bona ku malîyetê kêm bikin dê bi deh hezaran mirovên ku di beşên cûda de dixebitin ji kar derxînin.

Ekleme: 05.01.2023 10:05:25 / Güncelleme: 05.01.2023 10:05:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Jassy, di nota ku ji personelê re şîyand de destnîşan kir ku ew ê ji kesên ku ji derxistina kar tesîrdar bibin re ji 18ê Çileyê pê ve ji wan re agahî bê dayîn.

Şîrketa ku di teknolojîyê de herî mezin e, di meha Mijdar a borî de dest bi jikar dersixtinê kiribû.

Jassy, weha got, “Em ji bona kesên ku tesîrdar bûne alîkarî bikin dixebitin û di dayîna cûdayîyê, alîkarîya tenduristîyê ya demborî û ji derve ve peydakirina karekî dinê de pakêtan pêşkêşî wan dikin. Amazon di dema borî de ji heqê aborîya zehmet û nediyar ve derketîye û em ê ev ji heq derketinê jî bidomînin.” (ÎLKHA)