Rejîma Siyonîst a îşxaler êrişî firokxaneya Şamê kir

Rejîma îşxalker a Siyonîst şeva buhurî bi mûşekan êrîşî ser çend deveran li Şama paytexta Sûriyê kir. Yek ji wan mûşekan li Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê ket.

Ekleme: 02.01.2023 12:45:25 / Güncelleme: 02.01.2023 12:45:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ajansa nûçeyan a rejîma Sûriyeyê derheqê êrîşan de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku hinek mûşek ji aliyê sîstema parastina hewayî ve hatine xistin.

Êrîş saet di 02.00an de pêk hatin

Di êrîşan de 2 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin û 2 leşkerên din jî birîndar bûn.

Wezareta Berevaniya Sûriyê ragihand ku firokexaneya Şamê zirar dîtiye û seferên balafiran bi awayekî demkî hatine rawestandin.

Ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê ji sala 2011an ve, Rejîma îxşalker a Siyonîst dem bi dem êrişî Sûriyê dike. (ÎLKHA)