Li Aydinê di restoranê de teqîn: 7 mirî, 5 birîndar

Li navçeya Nazîllîya Aydinê di dikanekî de tîp teqîya. Di encama teqîna tîpê de 7 kes canê xwe ji dest dan 5 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 31.12.2022 09:10:18 / Güncelleme: 31.12.2022 09:10:18 / Xeberen Kurdi / Aydın Haberleri
Destek için 

Walîyê Aydinê Huseyîn Aksoy, daxuyand ku di restoreneke ku li ser Ceddeya Qibris a Taxa Altintaşêye de, li gorî diyarîyên ‘ewil di dema veguhestina tîpê de teqîn pêk hat.

Aksoy destnîşan kir ku di encama teqînê de 7 kes canê xwe ji dest dane, yek jê giran 5 kes jî birîndar bûne.

Aksoy diyar kir ku derheqê bûyerê de 10 kes di çarçoveya tehqîqata ku ji teref Serdozgerîya Komarîya Nazîllîyê ve hatibû destpêkirin hatin binçavkirin. (ÎLKHA)