Li Îranê di kana madenê de teqîn: 2 mirî, 5 birîndar

Li bajara Damgana wîlayeta Sîmnanê, di encama teqîna ku di odeya rawestandina karkeran de pêk hat de 2 kes canê xwe ji dest dan, 5 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 26.12.2022 11:25:27 / Güncelleme: 26.12.2022 11:25:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokê Navenda Rêveberîya Rewşên Acîl û Qezayên Tibbî yê Zanîngeha Zanyarên Tip a Sîmnanê Muhammed Alî Tahîrî, derheqê teqîna li Damganê de daxuyanî da, di daxuyanîyê de destnîşan kir ku teqîn di odeya rawestandina karkerên madena Florîn a ku li gundê Tuyeyê de ye pêk de, 2 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku ji herêmê re ekîbên rewşa acîl hatine sewqkirin. (ÎLKHA)