Li Emrîqayê bahoza berfê: 9 mirî

Li hinek wîlayetên Emrîqayê bahoza berfê tesîrdar bû, ji ber bahozê 9 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 24.12.2022 11:25:27 / Güncelleme: 24.12.2022 11:25:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Emrîqa sermayeke di demên dawîn de herî xurt e dijî.

Li gorî CNNê li wîlayetên Ohio, Kentucky, Missouri û Kansasê di encama qezayên ku ji ber rewşa hewaya xerab pêk hatine de herî kêm 9 kes canê xwe ji dest dane.

Ji 590î zêdetir xanî û dikan jî ji ber bahoza berfê û hewaya sar bê ceryan mane.

Vê hefteyê, li gelek cîhên Emrîqayê hewaya sar, bahozeke tund û barîna berfê tesîrdar bû. Li gelek wîlayetan germahî daket pileyên rekorê. Li wîlayeta Wyomingê jî termometre 41 pile ya binê sifirê nîşan da.

Li welat roja înê ji ber hewaya xerab ji 5,4 hezarî zêdetir seferên balafirê hatin betalkirin. (ÎLKHA)