Wehş ket nav goristanê

Li Navçeya Rezan a Diyarbekirê wehş ketin nav Goristana Yenîkoyê, ev bûyer di goristanê bû sedema tirsê.

Ekleme: 23.12.2022 14:40:27 / Güncelleme: 23.12.2022 14:40:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ekîbên Zabita yê Şaredarîyê midexele li wehşan kirin, lê ev midexele gelek zehmet bû û wehşên ku di encama midexeleyê de hatin qefaltin ji teref ekîban ve ji tebîetê re hatin berdan.

Wehşên ku tê texmîn kirin ji ber mij an jî ji ber birçîbûnîyê ji Qerejdaxê hatine navenda bajêr û ketine nav goristana Yenîkoyê.

Serokê Şaredarîyê yê Rezan Huseyîn Beyoglu derheqê bûyerê de axivî û weha got, “Dema ku xeber ji me re hat ekîbên me yên Zabitayê midexele kirin. Welatîyên me jî heywan jî zerarê nedîtin. Em di navenda bajêr cara yekem e ev tiştê dibînin. Welatîyên me jî ji ber vê yekê ku cara yekem e ev tiştê dibînin şaş bûn û tirsîyan.” (ÎLKHA)