Li Wanê serwîsa xwendekaran qelibî: 11 birîndar

Di qezaya serwîsa xwendekaran a ku li Wanê pêk hat de 11 xwendekar birîndar bûn.

Ekleme: 07.12.2022 14:50:27 / Güncelleme: 07.12.2022 14:50:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, li ser rêya Wan-Tetwana navçeya Westanê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, serwîsa xwendekaran ji ber ‘erda ku cemed girtîyê ji rê derketîye û qelibîye.

Di encama qezayê de 11 xwendekar birîndar bûn. Hat hînbûn ku rewşa birîndaran baş e. (ÎLKHA)