Li Kolombiyayê hejmara miriyan derket 33 kesan

Li Kolombiyayê herîya ku ji ber baranê pêk hat û li ser wesayîtan herikî ve hejmara miriyan derket 33 kesan.

Ekleme: 06.12.2022 08:55:25 / Güncelleme: 06.12.2022 08:55:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li ser rêyeke li herêma Pueblo Rîco ya Kolombiyayê qewimî.

Wezîrê Karên Hundir û Berdevkê Hikûmetê Alfonso Prada daxuyaniyek da û diyar kir ku ji ber hezaziya ku li ser rê ket de hejmara miriyan derket 33 kesan.

Prada weha got, "Me heta niha bi tevî 3 zarokan 33 qurbaniyan tesbit kir. Me 9 kesan xilas kir, rewşa 4 ji wan giran e."

Li herêma Pueblo Rîkoyê piştî barana ku zêde barîya û bû sedema şimitînê û ew şimitîn li otobusek û hinek wesayîtan ket.

Hat diyarkirin ku li ciyê qezayê xebatên xelaskirinê dewam dikin û nehat zanîn ku tam çend kes di binê erdê da mane. (ÎLKHA)