Li Brezîlyayê lehî û hezaz

Li Brezîlyayê ji ber ku di nav hefteyeke dawîn de baran dibare, ev baran bû sedema lehî û hezazê, di encama wan lehî û hezazan de 5 kes canê xwe ji dest dan û ji 8 hezarî zêdetir mirov jî ji cîhê xwe bûn.

Ekleme: 03.12.2022 11:20:27 / Güncelleme: 03.12.2022 11:20:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Walîyê Santa Catarînayê Carlos Moises, ragihand ku doh li wîlayetê ji ber hezazê rewşa acîl hat îlankirin.

Mosîes, ji welatîyan re got ku “li cîhên ku rîska hezaz û lehîyê hene û bi taybetî jî di rêyan de bi dîqqetbin”

Li Santa Catarinayê ji ber baranên ku barîya 2 kes canê xwe ji dest dan, 822 kes jî ji cîhê xwe bûn.

Li wîlayeta Espirito Santoyê jî kesek canê xwe ji dest da, ji 2 hezarî zêdetir kes jî malên xwe terk kirin.

Di wîleyata Paranayê de jî di rêya BR-376yê de hezaz pêk hat, 21 erebe di bin axê de man.

Rayedaran, diyar kirin ku ji 30yî zêdetir mirov di bin axê de man, ji ber felaketê şofêrekî qamyonê û 2 kes jî canê xwe ji dest dan. (ÎLKHA)