Li Rihayê di navbera du malbatan de şer derket: 2 mirî, 1 birîndar

Hat diyarkirin ku li Rihayê di navbera du malbatan de şerê bi çek derket 2 kes canê xwe ji dest dan, kesek jî birîndar bû.

Ekleme: 29.11.2022 01:10:52 / Güncelleme: 29.11.2022 01:10:52 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li Taxa Demokrasîya navçeya Sirûcê qewimî.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin di navbera ferdên du malbatên neyar de bi çekan şer derket.

Di pevçûnê de 2 kes canê xwe ji dest dan, kesek jî birîndar bû.

Polês, ji bona ku kesê beşdarî pevçûnê bûne biqefêle xebat da destpêkirin. (ÎLKHA)