Li Fîlîpînan ji ber bager û bahozê heta niha 160 kes mirin

Bahoza Naljîyê li Fîlîpînan zêdetirî 5.56 milyon însanî xist bin tesîra xwe û zirar da wan.

Ekleme: 29.11.2022 01:10:36 / Güncelleme: 29.11.2022 01:10:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li welêt ji ber bager û bahozê hejmara kesên ku mirin zêde dibe. Tê diyarkirin ji ber bahozê heta niha 160 kes canê xwe ji dest dan.

Derbarê mijarê de ji teref  Konseya Rakirina Ji Holê ya Afetên Tabiî û Pêşîgirtina Rîskên Neteweyî ya Fîlîpînan ve hat diyarkirin ji ber bager û bahoza bi navê Naljîyê zêdetirî 5.56 milyon însan bi şikleke menfî tesîrdar bûn û 356 hezar û 2 kes jî ji malên xwe bûn.

Li gorî daxuyanîyê heta niha herî kêm 160 kes canê xwe ji dest dan û 146 kes jî birîndar bûn û 29 kes jî hêj winda ne.(ÎLKHA)