Ji Karwana Hêvîyê peyama sersaxî û hewarîyê

Weqfa Karwana Hêvîyê, ji bo kesên ku di teqîna ku li Stenbolê pêk hat de canê xwe ji dest dane peyama sersaxîyê belav kir.

Ekleme: 29.11.2022 01:10:28 / Güncelleme: 29.11.2022 01:10:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Weqfa Karwana Hêvîyê ya ku navê xwe bi alîkarîyê dide bihîstandin, ji bona kesên ku di teqîna li Ceddeya Îstîklalê pêk hat de canê xwe ji dest dane peyama sersaxîyê belav kir.

Di peyamê de weha hat gotin, “Kê ku bi neheqî canê kesekî ji wî bistîne wek ku hemû însanan kuştibe ye. Kê ku canekî jî xelas bike wek ku hemû însanan xelas kirîye ye. (Sûreya Maîdeyê 32.)

Em ji welatîyên xwe yên ku di teqînê de canê xwe ji dest dane re ji Xwedê Teala daxwazîya rehmê dikin, ji bona birîndarên xwe jî şîfa xêrê dixwazin.

Em ji malbatên welatîyên xwe yên ku rehmet kirine re sersaxîyên xwe dişînin.

Ji Rebbê xwe jî, daxwaz dikin ku bila hemû însana ji ev bûyerên terorî û bi şîddet biparêze.

Em bi navê Karwana Hêvîyê diyar dikin ku ji hemû alîkarîyên ku mînak dayîna xwînê ji birîndarên me re çi ji destê me bê em amadene ku bikin.” (ÎLKHA)