Li Emrîqayê qezaya balafirê: 6 mirî

Li wîlayeta Teksasa Emrîqayê du balafirên rapêşîyê ên ji tîpa Boeing B-17 û Bell P-63 di hewayê de li hev qelibîn, di encama qezayê de 6 kesên ku di nav balafiran de bûn canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 29.11.2022 01:10:27 / Güncelleme: 29.11.2022 01:10:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Dadgerê Herêma Dallasê Clay Jenkîns, daxuyand ku du balafirên ku di Balafirgeha Dallas Executiveyê de rapêşîyê dikirin li hev qelibîn.

Jenkîns weha got, “Rayedaran, ew ê ji bona kesên ku mirine bên lêgerînkirin û nasnameyên wan bên eşkerekirin îro xebatên xwe bidomînin. Ji kerema xwe re ji bo hemûn malbat û eleqederan duayê bikin.”

FAA û Sazîya Ewlehîya Ragihandina Neteweyî lêgerînên xwe yên derheqê qezayê de didomînin. (ÎLKHA)