Li Colemêrgê ji ber berfê rêya 155 gundan hat girtin

Hat ragihandin li Colemêrga bajara bakurê Kurdistanê  ji ber berfa ku tesîrdar dibe rêya 155 gundan hat girtin.

Ekleme: 27.11.2022 16:10:10 / Güncelleme: 27.11.2022 16:10:10 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber berfa ku ji doh ve tesîra xwe li welêt zêde dike welatî di jiyana xwe ya rojane de bi şikleke menfî tesîrdar dibin.

Tê diyarkirin li Colemêrga bajara bakurê Kurdistanê  ji ber berfa ku tesîrdar dibe rêya 155 gundan hat girtin. Ji bo rêyên gundan ên ku ji ber berfê hatine girtin xebatên vekirin û paqijkirina rê berdeawam dikin.(ÎLKHA)