Weqfa Karwana Hêvîyê bi alîkarîya xêrxwazan li Efxenistanê 5 mizgeftan lê dike

Karwana Hêvîyê, li paytexta Kabîla Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê lêkirina 5 mizgeftan a ku tê de him îbadet bê kirin û him jî perwerdehîya medreseyê bê dîtin dest pê kir.

Ekleme: 16.11.2022 12:45:14 / Güncelleme: 16.11.2022 12:45:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Lêkirina Mizgefta Hecî Ahmet Kutulman û Mizgefta Susayê ya ku bi alîkarîya xêrxwazan tê lêkirin didome, xeyn ji van mizgeftan temela 3 mizgeftên dinê jî hatin avêtin.

Serokê Giştî yê Weqfa Êtîma Fîkrî Karavîl û ji rayedarên Weqfa Karwana Hêvîyê Abdurrahîm Karadenîz ên ku di înşeata Mescîdî Hecî Ahmet Kutulman a ku li gundê Polîçerhîyê tê lêkirin û didome de lêkolînan kirin, xebatên ku tên kirin ji cihê wê dîtin.

Rayedarên ku destnîşankirin ew ê lêkirina mescîdê Hecî Ahmet Kutulman ê ku di gundekî yê ku 110 malên wê heye û di wê gundê de ti mizgeftekî tineye de tê lêkirin di demeke kurt de bidawî bibe, gotin ku ev mizgeft bi medresetî jî fealîyetan bike.

Rayedarên Karwana Hêvîyê jî beşdarî avêtina temela Mizgefta Susayê a ku li Taxa Emrî Bîr Marufê ye tê lêkirin bûn.

Abdurrahîm Karadenîz li vê derê ji xêrxwazên li Tirkîyeyê re bang kir ji bona ku înşeata Mizgefta Susayê dawî bibe bila alîkarîyên xwe bidomînin.

Karadenîz di axavtina xwe de weha got, “Em bi navê Karwana Hêvîyê bi alîkarîyê xêrxwazên li Tirkîyeyê îro li Kabîla paytexta Efxenistanê temela Mizgefta Susayê bavêjin înşeallah. Em bi vê hedîsa ku Pêxemberê me selat û selam li ser wî be gotîye derketine rê ‘Kê ku ji bona Xwedê malakî lê bike Xwedê Teala jî ji bona wê kesê di cennetê de malekî lê dike.’ Em ê îro kêfa avêtina temela 5 mizgeftan bijîn înşaallah. Mizgefta Susayê ew ê him wezîfeya mescîdê û him jî wezîfeya medreseyê bibîne. Em ji xêrxwazên xwe jî ji bona ku ev mizgeftan biqedin banga alîkarîyê dikin û hêvîya alîkarîya wan in. Xwedê Teala ji xêrxwazên ku alîkarîyê bikin razî bibe.” (ÎLKHA)