Li Xarpêtê 7 erebe li hev qelibîn: 6 birîndar

Li navenda Xarpêtê 7 erebe li hev qelibîn, di encama qezayê de 6 kes birîndar bûn.

Ekleme: 24.10.2022 11:05:32 / Güncelleme: 24.10.2022 11:05:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, li ber Goristana ‘Esrî ya ku li ser Taxa Cahît Dlokayê ye pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, erebeya ku bi plaqeya 23 AE 123 a ku di bin îdareya G.B. de, erebeya ku bi plaqeya 23 H F 740 a ku di bin îdareya A.Ö. de, erebeya ku bi plaqeya 23 ABC 880 a ku di bin îdareya İ.B. de, erebeya ku bi plaqeya 23 HE 904 a ku di bin îdareya O.B. de, erebeya ku bi plaqeya 23 BT 567 a ku di bin îdareya A.U. de, erebeya ku bi plaqeya 23 K 2034 a ku di bin îdareya Ş.G. de, erebeya ku bi plaqeya 23 AE 123  a ku di bin îdareya G.B. de bûn li hev qelibîn. Di encama qezayê de 6 kes birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cihê qezayê re gelek ekîbên tenduristî  û polês hatin sewqkirin.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan.

Polês, derheqê qezayê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)