Li Emrîqayê qezaya balafirê: 2 mirî

Hat diyarkirin ku li wîlayeta Ohîoya Emrîqayê balafireke biçûk ket nav otoparqa galerîya erebeyan, di encama qezayê de 2 kes mirin.

Ekleme: 19.10.2022 08:45:36 / Güncelleme: 19.10.2022 08:45:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyan balafira biçûk a bi tîpa Beechcraft King Air E90 a sala 1974an ku ji bajarê Columbus ê eyaleta Ohio ya Emrîqayê ber bi Parkersburg ê eyaleta West Virginia rabû, li Marietta ya eyaleta Ohio ket xwarê.

Di encama qezayê de 2 kes canê xwe ji dest dan û 8 erebe di şewata ku ji ber sedema ketina balafirê pêk hat  de şewitîn.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)