Li Ugandayê ji ber şoba Ebolayê li hinek herêman qedexeya derketina derve hat îlankirin

Serokê Dewleta Ugandatê Yowerî Musewenî destnîşan kir, li hinek herêmên ku lê şoba Ebolayê hat tespîtkirin derketina derve hat qedexekirin.

Ekleme: 16.10.2022 11:20:33 / Güncelleme: 16.10.2022 11:20:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Musewenî di axavtina xwe ya ku ji bo gel kir de destnîşan kir, li welêt li hember şobê tedbîr hatine zêdekirin û li herêmên Mubende û Kasandayê têketin û derketin hatine qedexekirin û her wisa ew ê li van herêman di navbera seat 19.00-06.00an de derketina derve bê qedexekirin.

Li welêt ji ber şobê heta niha 19 kes canê xwe ji dest dan.(ÎLKHA)