Li Bartinê di kana madenê de teqîn: 28 karker canê xwe ji dest dan

Walîtîya Bartinê diyar kir, di encama teqînê de 28 karker canê xwe ji dest dan, 6 karkerên madenê ji Stenbolê re hatin sewqkirin, tedawîya 5 karkerên dinê jî di nexweşxaneyên dinê de berdewam dike.

Ekleme: 15.10.2022 08:55:11 / Güncelleme: 15.10.2022 08:55:11 / Xeberen Kurdi / Bartın Haberleri
Destek için 

Doh di seatên 18.15an de li navçeya Amasraya Bartinê, di Midûrtîya Muesseseya Amasra ya Sazîya Taşkomira Tirkîyeyê de teqîn pêk hat.

Ji cihê bûyerê re gelek ekîbên tenduristî, AFAD, îtfaîye û ewlehîyê hatin sewqkirin.

Ji bona ku karkerên di bin madenê de asê mane bên derxistin xebateke mezin hat destpêkirin.

Hat daxuyandin ku, teqîn, kêmek 300 kot a madenê de pêk hat.

Ekîban, ji bona 15 karkerên ku di bin madenê de asê mane xelas bikin xebatên xwe didomînin. (ÎLKHA)