Hereketên berxwedanê yê Filistînê li Cezayîrê kom bûn

Lijneya di serokatîya Îsmaîl Henîyyeyê Serokê Biroya Sîyasî yê Hereketa Berxwedana Îslamî (HAMAS) de, ji bona ku beşdarî hevdîtinên dîyaloga neteweyî a Filistînê ku bi malxwêbûna Cezayîrê bê kirin bibin çûn Cezayîrê.

Ekleme: 12.10.2022 10:05:30 / Güncelleme: 12.10.2022 10:05:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji bona hevdîtinê dîyalog a ku ji teref Abdulmecîd Tebbunê Serokkomarê Cezayîrê ve ji bona li Filistînê yekîtîya neteweyî û lihevkirina nav welat dest pê bike hatibû bangkirin hat pêvajoya dawîn.

Enwer Ebu Tahayê endamê Yekîneya Sîyasî yê HAMASê, daxuyandibû lijneyeke ku ji giregirên hereketê pêk tê bi daweta Tebbunê Serokkomarê Cezayîrê gihaştin Cezayîrê. Ebu Taha di daxuyanîya ku belav kir de, anîtibû ser ziman ku Cîhada Îslamî, ji hemû bangên ku ji bona girêdayîna sefên Filistînê, pêkanîtina lihevkirina sîyasî ya di navbera alîyên hemû kesên ku ji bona welat dixebitin û ji bona ku projeya neteweyî ya Filistînê bê tertîpkirin tên kirin re bi erênî dinhêre.

Hat destnîşankirin ku piştî lijneya Cîhada Îslamî, lijneya HAMASê jî gihaşt Cezayîrê. Di lijneya HAMASê de xeyn ji Henîyye, Dr. Xelîl El-Hayye, Dr. Mahîr Salah û Ûstad Husam Bedran ên ji endamên Biro ya Sîyasîne jî hene. (ÎLKHA)