Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiye yê li Iraqê kir

Mesûd Barzanî pêşwaziya li Aliriza Guneyê Balyozê Tirkiye li Iraqê kir.

Ekleme: 09.10.2022 17:25:12 / Güncelleme: 09.10.2022 17:25:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê û hengavên dawî ya pêkanîna Hikûmeta nû û ew guftûgo name jî hate nirxandin ku li navbera aliyên Kurdan û Sûnniyan û çarçêweya hemahengiya li ser bingeha destûrê hatiye amade kirin.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiye mijareke dinê vê hevdîtinê bû û tekez li ser pêşxistina peywendiyan li warê aborî û bazirganiyê de kirin.(ÎLKHA)