Li Ekvadorê di girtîgehê de di navbera mehkûman de pevçûn: 15 mirî, 20 birîndar

Li bajara Latacungaya Ekvadorê di girtîgehê de di navbera mehkûman de pevçûn derket, di pevçûnê de 15 kes mirin, 20 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 04.10.2022 09:40:30 / Güncelleme: 04.10.2022 09:40:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di girtîgeha ku li bajara Latacungaya ku 80 kîlometre dûrê Quîtoya paytexte de di navbera komên qaçaxçîyên tiryakê ên mehellî û navneteweyî de pevçûn derket.

Li gorî diyarîyên ‘ewil di pevçûnê de 15 mehkûm mirin, 20 mehkûm jî birîndar bûn.

Sanîyê ajansa girtîgehan a neteweyî daxuyand, berîya ku hêzên ewlehîyê kontrolê bidestbixin, mehkûmên girtîgehê bi çek û kêran êrîşê hevdû kirin.

Di ‘eynî girtîgehê de di sala 2020an de jî dîsa mehkûman bi hevdû re pevçûnê kiribûn û di encama wê pevçûnê de jî ji 400î zêdetir mehkûm miribûn. (ÎLKHA)