Qamyonet û erebe li hev qelibîn: 7 birîndar

Li Bûrsayê qamyonetek û erebeyek li hev qelibîn, di encama qezayê de 7 kes birîndar bûn.

Ekleme: 27.09.2022 10:25:11 / Güncelleme: 27.09.2022 10:25:11 / Xeberen Kurdi / Bursa Haberleri
Destek için 

Qeza, li Taxa Derbenta navçeya Îznîkê pêk hat.

Hat diyarkirin qamyoneta ku di bin bireveberîya M.A.E. de bû dema ku li ser rêya Îznîkê bû li erebeya ku di bin bireveberîya O.Y. de bû qelibî.

Di encama qezayê de qamyonet pekîya û li şerempolê gêr bû.

Hat ragihandin ku di encama qezayê de 7 kes birîndar bûn û kesên birîndar hatin rakirin Nexweşxaneya Dewleta Îznîkê

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)