Tunela li ser rêya Wan û Colemêrgê hilweşîya: 2 karker canê xwe ji dest dan

Hat ragihandin ji ber hilweşîna tunela li ser rêya Wan-Colermêrgê 2 karker canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 17.09.2022 09:20:19 / Güncelleme: 17.09.2022 09:20:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Doh êvarî ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn di tunela li ser rêya Wan û Colemêrgê ya ku çêkirina wê hêj berdewam  dike de hilweşîn pêk hat û ji ber hilweşînê 2 karker di xerabeyê de man.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di encama xebatên ku hatin kirin de cenazeya 2 kesan hat derxistin.(ÎLKHA)