73 êsîrên Filistînî di zindanên îşxalkeran de şehîd bûn

​Hat ragihandin ku ji sala 1967an vir ve 73 êsîrên Filistînî di zindanên îşxalkeran de şehîd bûn.

Ekleme: 11.09.2022 10:30:15 / Güncelleme: 11.09.2022 10:30:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyaniya ku ji teref Klûba Girtiyên Filistînê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku rejîma dagirker ji sala 1967'an û vir ve bi awayekî sîstematîk îhmalkirina tibbî ya bi zanebûn pêk tîne.

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin, ji ber bi awayekî sîstematîk îhmalkirina tibbî ya bi zanebûn heta niha 73 êsîr şehîd bûn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji êsîrên li girtîgehên îşxalê 600 kes nexweş in û pirsgirêkên wan ên tenduristiyê yên giran rû didin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji girtiyên navborî 200 kes bi nexweşiyên kronîk ketine û 23 ji wan jî bi nexweşîya tûmor û pençeşêrê ketine. (ÎLKHA)