Weqfa Êtîman yê Mêrdînê ji xwendekaran re alîkarîya qirtasîyeyê kir

Weqfa Êtîman yê Mêrdînê, bi tevî destpêkirina dibistanê bi belavkirina alîkarîya qirtasîyeyê ji kêfa xwendekaran re bû hevpar.

Ekleme: 09.09.2022 17:15:42 / Güncelleme: 09.09.2022 17:15:42 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Weqfa Êtîman, li Mêrdînê ji xwendakarên ku diçin dibistana pêşîn û pola destpêkê re alîkarîya qirtasîyeyê kir û ji bona ku di sala nû ya perwerdehîyê de bi kêfxweş bibin bû wesîle.

Hadî Çakarê Temsîlkarê Weqfa Êtîman yê Mêrdînê, derheqê projeyê de axivî û weha got, "Ez bi wesîleya despêkirina dibistanê ji mamosteyan, xwendekaran û malbatan wan re daxwazîya sala nû ya bi xêr dikim. Em bi tevî alîkarîya xêrxwazên xwe ji sinifa 1emîn heta 10emîn re ji xwendekarên xwe re amûrên qirtasîyeyê belav kir. Em bi alîkarîya xêrxwazên xwe birayên xwe yên êtîm kêfxweş kir. Kampanyaya me ya qirtasîyeyê berdewam dike. Kesên ku dixwazin alîkarîyê bikin dikarin bikin. Xwedê Teala ji niha ve ji wan razî bibe." (ÎLKHA)