Li Êlihê ji xwendekarên mihtac û êtîm re alîkarîya qirtesîyeyê

Ji teref Karwana Hêvîyê ya Êlihê ve li bajêr ji 400 heb xwendekarên êtîm re alîkarîya qirtesîyeyê hat kirin û bi vê alîkarîyê wan kêfxweş kir.

Ekleme: 09.09.2022 14:25:38 / Güncelleme: 09.09.2022 14:25:38 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Salîh Guzelê Serokê Karwana Hêvîyê yê Êlihê di daxuyanîya xwe de diyar kir, ew bi tevî destpêkirina perwerdehîya sala 2022-2023yan ji 400 xwendekarên êtîm û mihtac re alîkarîya qirtesîyeyê dan.

Guzel di axavtina xwe de ragihand ku ew van alîkarîyên xwe bidomînin û axavtina xwe weha zêde kir, "Em bi navê Karwana Hêvîyê yê Êlihê kêfxweşiya ku ji xwendekarên mihtac û êtîman re alîkarîya qirtesîyeyê ku me ji xwe re kirîye wek kevneşopîyek kirîye dijîn."

Guzel, di berdewama axavtina xwe de ji xêrxwazan re sipasîyan kir, "Me îro fealîyeta temînkirina lazimatîya qirtesîyeyê ya 400 zarokên êtîm û feqîran bi cih anît. Di nav vê fealîyeta me de ku ji sinifa yekemîn heta 12emîn kirîye ev tişt hene; defter, pênûs, boyax û tiştên qirtesîyeyê yên dinê û me çente jî da wan zarokên xwe. Xwedê Teala ji wan xêrxwazên me razî bibe. Di vê projeya me de me tenê nehiştin. Em bi navê Karwana Hêvîyê salê 12 meh ew ê fealîyetên me yên ji bona êtîm û mihtacan berdewam bike." (ÎLKHA)