Li Efxanistan'ê cisimê ku zarok pê dilîstin teqîya: 4 mirî 3 birîndar

Li Helmand'a Efxanistan'ê di encama teqîna cisimekî de 4 zarokên ku xwendekarên medreseyê bûn mirin û 3 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 04.09.2022 10:40:35 / Güncelleme: 04.09.2022 10:40:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li navçeya Nad 'Elî'yê wilayeta Helmand'a Efxanistan'ê pêk hat.

Li gor çapmenîya herêmê zarokên ku cisimek dîtin anîn medreseyê û pêlîstin. Bi teqîna cisimê 4 zarok jiyana xwe ji dest dan, 3 kes jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku, cisimê ku teqîya ye gulleya topê ya ji dewra şerê ye. (ÎLKHA)