Li Nîjeryayê 115 kes ji ber lehîyê canê xwe ji dest dan

Hat diyarkirin ku li Nîjeryayê ji serê salê vir ve 115 kes ji ber lehîyê canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 31.08.2022 10:40:11 / Güncelleme: 31.08.2022 10:40:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Serokatîya Dewleta Nîjeryayê ve hat belavkirin, li welat ji ber lehîyên ku ji serê salê vir ve pêk hatine 115 kes canê xwe ji dest dan û 227 kes jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku ji 500 hezarî zêdetir mirov ji lehîyê bi xirabî tesîrdar bûn, nêzê 38 hezar xanî xesarê dîtin, ji 73 hezar kes zêdetir mirov jî ji cihê xwe bûn.

Hat ragihandin alîkarîyên ku ji bona herêmên ji lehîyê tesîrdar bûne re tên kirin berdewam dike. (ÎLKHA)