Meteorolojî ji bo 10 bajaran hişyarîyan da

Rayedaran, li hember lehî, sêlav, brûs, zîpik, bahozeke dijwar, balîsok û di astengîya ji çûndin û hatinê de hişyarîyan da.

Ekleme: 24.08.2022 09:50:35 / Güncelleme: 24.08.2022 09:50:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Midirtîya Giştî ya Meteorolojîyê di qoda “zer” û “torincî”yê de hişyarîyan da.

Li gorî Navenda Texmîn û Analîza Midirtîya Giştî ya Meteorolojîyê, îro li başur û rojavaya Marmarayê û li Bakura Egeyê baraneke zêde tê hêvîkirin ku bibare; li bajarên Edîrne, Tekîrdag, Yalova, Bîlecuk, Îzmîr, Manîsa û Kutahyayê bi qeweta (21-50 kg/m2), li başura Çanaqqele, Balikesîr, Bûrsa, Edîrneyê û rojavaya Tekîrdagê jî cih bi cih bi tê texmînkirin ku bi qeweta (51-75 kg/m2) be.

Hat destnîşankirin ku bi tevî baranan li hember lehî, sêlav, brûs, zîpik, bahozeke dijwar, balîsok û di astengîya ji çûndin û hatinê de jî bê dîqetkirin. (ÎLKHA)