Dizên ku di bihayê 150 hezar TL'yê de rûn dizîbûn hatin girtin

Li Rêya Armûşê navçeya Wan'ê ji 4 şikdarên ku di bihayê 150 hezar TL'yê de rûn ji depoyekê dizîbûn 3 kes hatin girtin.

Ekleme: 23.08.2022 17:05:41 / Güncelleme: 23.08.2022 17:05:41 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyaniya ku ji teref Midûrîyeta Ewlehiyê ya Wan'ê ve hat belavkirin de hat diyarkirin xebatên ku ji bo girtina kes/kesên hatine tespîtkirin ku li gelemperîya bajêr dizîyê dikin dewam dike.

Di daxuyaniyê de werê hat gotin, "Di heqê bûyera ku ji depoya ku li navçeya Rêya Armûşê di bihayê 150 hezar TL'yî de rûn hatibû dizîn, bi tevahî 72 se'et dîmenên kamerayên KGYS û yên ewlehîyê ji aliyê xebatkarên Midûrîyeta Şaxa Asayîşê ve hat temaşekirin, di encama temaşekirinê de 4 şikdarên ku hatin tespîtkirin tevî 264 lîtir rûn û bi hin tiştên din hatin binçavkirin. Piştî miameleyên 'edlî 3 kes ji teref dadgehê ve hat qefaltin û hat şandin girtîgehê. Di heqê bûyerê de kesekî ji ber sûca "Tiştên Sûcê yên hatine kirîn yan Qebûlkirin" miameleya 'edlî pê hat kirin, tiştên ku hatibûn bidestxistin hat teslîmkirin ji xwedîyê dikanê re." (ÎLKHA)