• DOLAR 32.252
  • EURO 34.771
  • ALTIN 2436.946
  • ...
SON DAKİKA
Dizên ku di bihayê 150 hezar TL'yê de rûn dizîbûn hatin girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyaniya ku ji teref Midûrîyeta Ewlehiyê ya Wan'ê ve hat belavkirin de hat diyarkirin xebatên ku ji bo girtina kes/kesên hatine tespîtkirin ku li gelemperîya bajêr dizîyê dikin dewam dike.

Di daxuyaniyê de werê hat gotin, "Di heqê bûyera ku ji depoya ku li navçeya Rêya Armûşê di bihayê 150 hezar TL'yî de rûn hatibû dizîn, bi tevahî 72 se'et dîmenên kamerayên KGYS û yên ewlehîyê ji aliyê xebatkarên Midûrîyeta Şaxa Asayîşê ve hat temaşekirin, di encama temaşekirinê de 4 şikdarên ku hatin tespîtkirin tevî 264 lîtir rûn û bi hin tiştên din hatin binçavkirin. Piştî miameleyên 'edlî 3 kes ji teref dadgehê ve hat qefaltin û hat şandin girtîgehê. Di heqê bûyerê de kesekî ji ber sûca "Tiştên Sûcê yên hatine kirîn yan Qebûlkirin" miameleya 'edlî pê hat kirin, tiştên ku hatibûn bidestxistin hat teslîmkirin ji xwedîyê dikanê re." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir