Li Edene'yê êrîş li polîsan hat kirin: 3 birîndar

Di êrîşa ku li ekîbên polîsên ku xwestin şikdarên ku qeyda wî ya lêgerînê hebû binçav bikin hatin kirin de 3 polîs birîndar bûn.

Ekleme: 22.08.2022 11:35:30 / Güncelleme: 22.08.2022 11:35:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Edene'yê li dijî firoşkarên tiryakê kontrol hat kirin.

Di bûyera ku li navçeya Seyhan'ê pêk hat de polîs xwest kû T.G. yê ku ji ber firotina tiryakê tê lêgerîn binçav bike.

T.G. yê ku merivê şikdar bû gule berda polîsan.

Di êrîşa ku hat kirin de 3 memûrê polîs birîndar bûn.

2 şikdar ji cihê bûyerê revîyan, polîsên birîndar bi ambûlansan hatin birin nexweşxaneyên cuda yên li bajêr.

Hat dîyarkirin ku rewşa polîsan baş e. (ÎLKHA)