Li Libnanê kesekî bi çekdar kesên di nav bankayê de ne rehîn girt

Li Beyruta paytexta Libnanê keseke çekdar ket nav bankayê û mirovên di nav bankayê de ne rehîn girt.

Ekleme: 11.08.2022 16:35:36 / Güncelleme: 11.08.2022 16:35:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenenîya Libnanê hatine bidestxistin keseke çekdar ket nav bankaya ku li Ceddeya Xamraya Beyrutê ye, xebatkar û mirovên ku di nav bankayê de ne rehîn girt.

Hat ragihandin ku artêş herêmê kir bin kordona ewlehîyê.

Li gorî agahîyan kesê çekdar 42 salî ye û mişterîyê bankayê ye; ji ber ku 210 hezar dolaran xwe negirtîye ketîye nav bankayê.

Hat îfadekirin ku kesê çekdar, ger ku pereyê wî ji wî re neyê dayîn ew ê bankayê bi tevî mirovên ku di nav da ne bişewitîne.

Xebatên îqna kirina polêsan berdewam dike. (ÎLKHA)