Newaf Tekrurî: Kê ku birayên me yên Filistînî berde ew ê Xwedê jî wê berde

Dr. Newaf Tekrurîyê Serokê Lijneya Alimên Filistînê, bal kişand ku xelqê Filistînê bi tenê ‘erdên xwe naparêzin; bi tevî wê îzzeta ummetê jî diparêzin û diyar kir ku lazim e hemû alema Îslamê xwedî li de’wa Filitînê derkeve.

Ekleme: 10.08.2022 17:15:35 / Güncelleme: 10.08.2022 17:15:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Dr. Newaf Tekrurîyê Serokê Lijneya Alimên Filistînê, êrîşa rejîma îşxalker a sîyonîst ku li Xezzeyê kir û ji 45î zêdetir şehîd, ji 360î zêdetir jî birîndar çêbûn ji ÎLKHAyê re nirxand.

Tekrurî, destnîşan kir ku rejîma îşxalker, êrîşa li Xezzeyê ji xwe re kirîye wek adedê, û îfade kir ku Misilmanên Xezzeyê 15 sal e di bin embargoyê da ne.

Tekrurî, diyar kir ku rejîma îşxalker xeyn li Xezzeyê êrîşî Şerîaya Rojava jî dike, bi taybetî tê daxwazkirin ku bila derbe li berxwedana ku li kampa Cenînê belav dibe bê kirin.

Tekrurî weha axivî, “Wan îşxalkeran, di vê êrîşa xwe ya dawîn û sûcê herbê de bi dehan alim, dawetvan û zarokên berxwedanê binçavkirin kir. Piştî êrîş û girtinên duyemîn a rejîma îşxalker li Xezzeyê dest bi suîqestan kir. Li vê derê bi taybetî ji serokên Serîyyeyên Qudsê yên ku baskê leşkerî ya Hereketa Cîhada Îslamî ne re suîqestan dest pê kir.”

Tekrurî, di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku rejîma îşxalker li vê derê bi qeweta xwe yê hemû dixwaze ku Xezzeyê û Şerîaya Rojava ji hev biqetîne, “Dixwaze  ku bila her yekî wan di cihên wisa de bibin ku bila haya wan ji hevdû tunebe. Ev tiştê jî digel xelqê me yê berxwedar û berxwedana bi ‘esl a ku berdewam didome dike lê ew ê muweffeq nebe.”

“Normalbûnîya bi sîyonîstan re him sûc e û him jî heram e”

Tekrurî, “Rejîma îşxalker di demên borîn de sucên çeşîd çeşîd kir; xanîyan xira kir, zarokan û pîrekan kuşt û malbatan qetil kir. Dema ku em li ser goristanê rûdiniştin me bi çavên xwe dît ku roketa îşxalan 5 zarokan çawa qetil kir. Hem van tiştan û zêdetirê van tiştan ji sûcên ku rejîma îşxalker dike û kirîye ye. Gelek welatên ‘Ereb jî bi wan îşxalkeran re normalbûnîyê dikin û bi vê normalbûnîyên xwe him alîkarîyê didin sûcên wan û him jî wan wêrek dikin. ji ber vê yekê ye ku gerek ummet, hemû minasebetên xwe yên bi rejîma îşxalkeran re qut bike, kirina qutkirinê jî li ser me wacîb e. Normalbûnîya bi sîyonîstan re him sûc e û him jî heram e.”

“Berxwedan û micadele heta ku Quds û Filistîn azad bibe ew ê berdewam bike”

Newaf Tekrurî, diyar kir ku berxwedan ji êrîşên rejîma îşxalkeran re bersiva ku hewceye dide û weha axavtina xwe zêde kir, “Berxwedan ji Tel Avîv, Hayfa û ‘erdên dinê yên ku di bin îşxalê da ne re roketên xwe şîyand. Şênîyên ku roketan li wê cihê wan ketine jî ji ber ku ji berxwedanê ditirsin, dikevin nava sitergahên ku di bin ‘erdên ku hatine îşxalkirin de lê kirine û xwe vedişêrin. Berxwedan û micadele heta ku Quds û Filistîn azad bibe ew ê berdewam bike. Heta ku herêmên di navbera behr û çem, başur û bakur, rojava û rojhilat de ne bên azadkirin ew ê berxwedan berdewam bike. Heta ku wan sîyonîstan di nav van ‘erdên pîroz de bin ew ê xelqê Filistînê û hemû ummet micadeleyên xwe bidomînin.”

Tekrurî di berdewama axavtina xwe de weha axivî:

“Eva ku ji ummetê û ji Filistînê tê xwestin ev e ku bila di vê oxirê de bedel bidin. Ji bona ku avahîyên xwe, biryardarîyên xwe, zarokên xwe, extîyarên xwe, pîrekên xwe, pîrozên xwe û îzzeta ummetê mihafaza bikin mecbûrin ku wê bedelê bidin. Îro wan sîyonîstan êrîş li Xezzeyê dikin, şênîyan jî êrîşî Mescîdî Eqsayê dikin.

Van şênîyan li vê derê fitne û fesadên xwe belav dikin, wan îbadetên xwe yên ku hatine xirakirin dikin. Derketine li hember vê û micadelekirina bi wê re deynê hemû ewladên ummetê ye. Li ser ummetê gelek mesulîyet hene. Gerek bi maddî alîkarî bidin ji berxwedanê re, bi hişyarkirinê ev fikrê belav bikin, gerek dest bi hereketê bikin û hetta gerek artêşek amade bikin, ciwanan jî ji bona ku kevirê bingeh a cîhadê amade bikin  ku Quds û Filistîn ji destê Cihûyîyan bê xelaskirin. Ev mesulîyetek e, wacîb e û paşmayîna ji ev tiştê ne caîz e.”

Ji Tirkîyeyê re bang: Bi her şeklî alîkarî bidin

Tekrurî di dawîya axavtina xwe de bang ji xelqê Tirkîyeyê re jî kir û weha got, “Mesulîyeta xelqê Tirkîyeyê gelek mezin e. Gerek him alîkarîya meddî him alîkarîya menewî bide û hîm jî gerek zêdetir xwedî li vê de’wê derkeve. Ez dixwazim ku bangekî ji Tirkîye re bikim; Niha birayên we li wê derê cîhadê dikin û bisedan birîndar hene. Wan bînin Tirkîye û wan pêşwazî bikin; wan tedawî bikin, alîkarîya dermanê bidin, bi her şeklî ji wan re alîkarîyê bikin. Derkevin qadan; bi meşên giştî alîkarîyê bikin. Ji bona ku alîkarî ji xelqê Filistînê re bê dayîn û Quds azad bibe aliman jî di sefên pêşî de cih bigrin û alîkarîyê bidin meşan. Birayên me yên li Filistînê ‘erdên xwe û şexsên xwe tenê naparêzin; dijane ew îzzeta ummetê diparêzin. Her kê ku wan bihêlê ew ê Xwedê Teala jî wan bihêle.” (ÎLKHA)