Li Dîyarbekirê bernameya Kerbelayê hat tertîpkirin

Cemîyeta Mistez’efan, ji bona Hezretî Huseyîn û 72 hevalên wî yên ku li Kerbelayê hatin şehîdkirin bi şîara “Sekinîya Li Hember Zilmê û Çûndina Li pey Ehlî Beytê” bernameyek tertîp kir.

Ekleme: 09.08.2022 10:50:38 / Güncelleme: 09.08.2022 10:50:38 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bernameya ku li Dîyarbekir di Parqa Şehîdên 15ê Tîrmehê ya li navçeya Kayapinara Dîyarbekir de hat tertîpkirin, bi xwendina Quranê ya ji teref Hafiz Omer Akgul ve dest pê kir.

Pêşkeşkarîtîya bernameyê Fatîh Taş kir, Mele Recaî Gulerê endamê ÎTTÎHADUL ULEMAyê jî ji beşdarvanan re derheqê meseleya Kerbelayê û derstgirtina ji ev meseleyê de axivî.

Guler di axavtina xwe de destnîşan kir ku di roja Aşureyê de meseleyên wek mîsala ku Hezretî Musa qewmê xwe ji Fîrewun xelas kirîye hene lê di roja Aşureyê de meseleyeke wisa hatîye jîyankirin ku meseleyên dinê di bin sîya xwe de dihêle. Guler di axavtina xwe de bal kişand ku ehlê beyta Resulê Xwedê (selat û selam li ser wî be) him li cem resulê Xwedê û him jî li cem Xwedê qelek bi qîmet in û axavtina xwe weha domand, “Pêxemberê me di hedîsekî xwe de weha dibêje ‘ez ji we re 2 tiştan dihêlim. Ji van yek Qurana Pîroz, yê dinê jî ehlî beyta min e. Rêya ehlî beyta min bişopînin.’ Dema ku pêxemberê me ev tiştê anît ser ziman eshabîyan gelek qîmetê dan ehlî beyta pêxember.”

MELE RECAÎ GULER

“Hezretî Huseyn bi şehadeta xwe, ji me re nîşan da ku eger ku şehîd bibe jî bey’at ji zaliman re nayê kirin”

Guler di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ku Hezretî Huseyîn bi tevî şehadeta xwe û sekina wî ya li hember zalim heta roja qiyametê pêşengîyê ji ummetê re dike, “Ew ji mirovên ku di bin zilmê de ne re bûye kehnîya îlhamê. Mixabin di roja me de jî. Misilmanê ku dûçarê zilmê bûye Hezretî Huseyîn ji xwe re dike mîsal. Dema ku tê gotin roja Aşurayê xemgînîyek bi hemû misilmanan digre. Mixabin Hezretî Huseyn ji bona ku digel hakimkirina hikmê Xwedê ji Medîneyê derket çû Mekkeyê, ji li vê derê jî çû Kufeyê.”

Guler di berdewama axavtina xwe de weha got, “Kufe bajarekî wisabû ku ji li wê derê ji Hezretî Huseyîn re 18 hezar heb mektûb hatibû  şîyandin ku ji bona wan di bin zilma Yezîd de xelas bike û xîlafetê saz bike. Leşkerên ku li hember Huseyîn bûn û ji mirovatîyê nisîb negirtibûn, di rêya Çola Kerbelayê de rêya Hezretî Huseyîn girtibûn û nehêştibûn ku ew di Çema Firatê de qurtekî avê bixwe. Hezretî Huseyîn, li hember teklîfa naskirina bireveberîya Yezîd li hember şerîata Xwedê hikumeta wî qebûl nekiribû. Ew li vê derê ji me re nîşan da û me hîn kir ku nevîyê Pêxember li hember zalim serê xwe natewîne, dibe ku bi tevî malbata xwe û 72 hevalên xwe bên şehîdkirin jî bey’at ji zalim re nayê kirin.”

“Îro warisên Huseyn ji sîyonîstên ku temsîlkarê yezîdin re serê xwe natewînin”

Guler bal kişand çiqas jî wext vegerîyabe zilm berdewam dike, “Dibe ku îro navê zaliman ne Yezîd bin an jî navê mistez’efên îro ne Huseyîn bin lê em zanin ku li Sûrî, li Ereqan, li Filistînê dema ku bombe û gule li ser xelqê tê avêtin ji wan hinekan milên xwe hinekan pîyên xwe winda kirin, dişewitin an jî şehîd dibin û bûn. Lê tu dem serê xwe ji yezîdan re netewandin. Wek ku hezar û 300 sal berê Hezretî Huseyîn serê xwe ji zaliman re netewand îro jî warisên wî bi ‘eynî şeklê ji sîyonîstên ku temsîlkarê yezîd in re serê xwe natewînin.”

Guler di axavtina xwe de bal kişand wek ku Hezretî Huseyîn ji zilaman re mîsal e Hezretî Zeynep jî ji pîrekan re mîsal e.

“Dema ku li Kerbelayê serê Hezretî Huseyîn hat jêkirin Hezretî Zeynep serê xwe ji wan re netewand û teslîmê wan nebû. Zarokên Îmam Huseyîn mezin bûn û li pey şopa bavê xwe çûn û ew jî di vê rê de şehîd bûn û wan kesan tirûş nekirin ku cesedên wan jî şewitandin. Mixabin zalimên vê ‘esrê jî çend sal berê li welatê me kesên ku di rêya Hezretî Huseyîn de diçûn ji teref temsîlkarên yezîd ve hatibûn kuştin, serê wan bi keviran hatibû pelixandin û bedenên wan hatibû şewitandin.”

Piştî axavtina Mele Guler hunermendên Ajansa Ozlemê derheqê Hezretî Huseyîn de îlahîyan gotin.

DR. SERTAÇ TEKDAL

Dr. Sertaç Tekdal jî derheqê muhîmtîya rojê de axivî û di axavtina xwe de bal li ser muhîmtîya şehadetê kişand.

Bername bi kirina diayê ya ji teref Melle Guler ve bidawî bû. (ÎLKHA)